Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Protestoyên Dijî Serokomarê Endonezya Didomin


A student protester kicks the shield of riot police officers during a clash in Jakarta, Indonesia, Sept. 30, 2019.
A student protester kicks the shield of riot police officers during a clash in Jakarta, Indonesia, Sept. 30, 2019.

Li Endonezya bi deh hezaran kes dijî serokomarê wî welatî Joko Widodo protestoyan li dar dixin.

Xwepêşandaner dîyar dikin ku Widodo têkoşîna dijî gendelî û perexwarinê sist kiriye û azadîyên şexsî sînoradar kirine.

Di maytekirina li xwepêşandanan de hefteya borî du kes hatibûn kuştin û Widodo dabû zanîn ku ewê ser têkoşîna dijî gendelîyê hin guherînan çêke.

Widodo di sala 2014’an de bo serokomarîyê hatibû hilbijartin û di hilbijartina meha Gulanê de jî 55 ji sedê dengan sitandibû.

Pisporên sîyasetê dîyar dikin ku Widodo bi wezîrên xwe hewil dide ku kabîneyeke teknokrat çêke.

Heman pispor dibêjin ku xwepêşandanêrên ku piranîya wan xwendekar in dê zorê bidin hikûmeta Widodo ku hin guherînan çêke.

XS
SM
MD
LG