Ajansa revebirîya navokî ya Ukrayna Energoatom îro Yekşemê ragihand ku xebatên li santrala navokî ya Zaporizhzhia ya li Ukrayna jiber rewşa ewlehîyê bi tevahî hatine rawestand, ya ku di bin kontrola hêzên Rûsî de ye.
Energoatomê got ku piştî ku tekilîya ajansê bi jenatora elektrîkê ya jimare 6’an re qût bûye xebatên li Zaporizhzhia bi tevahî hatine rawestand.
Ajansê bi berdewamî dîyar kir ku amadekarîyên bo sarkirina jenatorê û veguhestina wê ya bo cîhekî sar têne kirin.
Energoatom roja Şemîyê ragihand ku wê xeteke ragihandinê ya sîstema elektrîkê çêkiriye ya ku ji ber topbarana Rûsya zarar dîtiye û santral bi sîstema enerjîyê ya Ukraynayê tê xebitandin.
Wê îro da zanîn ku xebatên li s Zaporizhzhia bi tevahî hatine rawestand jiber ku xeterîya zarardîtina zêde ya wê xetê hê jî didome ku wê neçar bimînin santralê wê bi jeneratorên mazotê bidin xebitandin.
xebatên li santrala navokî ya Zaporizhzhia ya li Ukrayna jiber rewşa ewlehîyê bi tevahî hatine rawestand,
Kîevê roja Çarşemê bang li kesên ku heremên di bin dagirkerîya Rûsya de li derdora santrala herî mezin ya Ewrupa dijîn kiry ku bo ewlehîya xwe wan hereman biterikînin.
Zaporizhzhia, ku navenda navokî ya herî mezin ya Ewrupa ye, di meha Adarê de ketibû destê hêzên Rûsî.
Jiber ku ew navend nêzîkî enîyên şer e, di demên dawî de fikar çêbûne ku malwêranîyeke navokî li wê derê biqewime.
Rûsya û Ukrayna hevdu ser êrîşên li der dora Zaporizhzhia tawanbar dikin ku li ser çemê Dnipro li başûrê navendî Ukrayna ye û gelek nêzî enîyên şer yên di navbera her du alîyan de ye.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiyy bang kir ku derdora Zaporizhzhia were bêçek kirin.