Lînkên eksesibilîtî

Bavê Stêrkê NBA Girêdayî Lêpirsîna Gulen li Tirkîyê Hate Girtin


Ajansa Reuters ragihand ku Mehmet Kanter, bavê basketvanê navdar Enes Kanter îro Înê ji alîyê hêzên ewlekarî yên Tirk ve hate binçav kirin.

"Ey dinê. Bavê min ji alîyê hikûmeta Tirkîyê û Hîtlerê serdema me ve hate girtin," wî di hesaba xwe ya Twitter’ê de ragihand.

Enes Kanter ku di lîga NBA ya Amerîkî de, di tîma Oklahoma City Thunde de dilîze, bi piştgirîya xwe ya xurt ya bo Fetullah Gulen tê nasîn ku hikûmeta Tirkîyê wek plankarê darbeya leşkerî ya sala borî dibîne û daxwaza radestkirina wî ji Washingtonê dixwaze.

Mehmet Kanter ku mamosteyê zanîngehê ye li mala xwe ya taxa Kadikoya Stenbolê hate binçav kirin, lê polîsan ti hurgilî li ser binçavkirinê nedan.

Enes Kanter di 20’ê Gulanê de li Romanya hatibû desteser kirin, piştî ku pasaporta wî ji alîyê karbidestên Tirk ve hatibû betal kirin. Wî piştî asêbûnê li fîrîngehê, bi dijwarî karîbû vegere Amerîka.

XS
SM
MD
LG