Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Navenda Beşikçî 29 Saliya Enfalan bi Rêze Semîneran Bîr Tîne


Anfal in Istanbul

Navenda bi navê Îsmail Beşikçî, civaknasê Tirk û dostê gelê Kurd li zanîngeha Duhok bîranîna Enfalan bi çend semîneran û lêkolînên civakî hat saxkirin û li bîr anîn.

Mamosta û lêkolînvanan di semînerên xwe de, pirsa Enfalan di çend mijarên cûda û lêkolînên taybet de behis kirin, qunaxên Enfalan û herêmên ku Enfal lê hatine encam dan destnîşan kirin, herweha qebarê ziyanên madî û giyanî yên Enfalan di wan semînaran de hatin behis kirin.

Wek Tê zanîn Enfal, weke Jênosîda li dij kurdan li Kurdistana Îraqê tê naskirin, dema rejîma Sedam Husên, dîktatorê berê yê Îraqê di sala 1988an de bi êrîşên leşkerî û bi navê "Enfal"، hewila jinavbirina Kurdan dayî.

Di êrîşên Enfalan de li sala 1988an, li gur çavkaniyên nefermî zêdetirî 5 hezar gund hatine wêrankirin û nêzîkî 200 hezar kes hatine kuştin û windakirin, bermayên hezaran qurabinyan di gorên komî de hatine dîtin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:45 0:00

XS
SM
MD
LG