Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Eliot Engel: Erdogan Zorê Dide Ereb û Tirkmenan ku li Şûna Kurdan bi Cîh Bibin


Eliot Engel

Serokê Komîteya Peywendîyên Derve yên Civata Nûneran Eliot Engel dîyar kir ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dijî Kurdên Sûrîyê ‘’operasyoneke xwînî ya paqijîya etnîk’’ meşandiye.

Eliot da zanîn ku Erdogan zorê dide Ereb û Tirkmenên Sûrîyê ku li şûna bavûkalên Kurdan bi cîh bibin.

‘’Ew kiryarên Erdogan zelaltir nîşan didin ku ew li herêmê bêistiqrarîyeke çawa çêdike’’ Eliot got.

Wî dîyar kir ku ew nikarin ‘’paqijîya etnîk’’ ya dijî Kurdên rojhilata bakurê Sûrîyê temaşe bikin û bang li bîragiştî kir ku piştgirîya mafên penaberên Sûrî bikin.

Eliot bi berdewamî ji Serok Donald Trump xwest ku ‘’wêrekîyê nîşan bide’’ û wek serokekî Amerîkî tevlî fikrên wî yên ser Erdogan bibe.

XS
SM
MD
LG