Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peqîna Enqerê 28 Kûştî û 61 Birîndar


Blast in Ankara
Blast in Ankara

Li bajarê Enqerê Paytexta Tirkiyê, êvairya roja Çarşemê 17 sibatê peqînek pêkhat, peqîn li nêzîkî serok erkanoya artêşa Tirk pêkhatiye, heya niha hejmara miriyan gihaye 28 kesan û 61 kes jî, birîndaran.

Ajansa Cihan dide zanîn ku, êrîş bi riya Otombêlek bombekirî pêkhatiye, 3 pasên leşkerî armanc girtine, li gur daxweyaniya Parêzgarê Enqerê ziyanên giyanî heta niha 28 kuştî û 61 birîndaran.

Tê gotin ku serok wezîrên Tirkiyê Ahmet Davuduglo serdana xwe ya Belcîka ji sedema peqînê paşxist, yekser li gel serok komar Recep Tayip Erdgona û berpirsên din yên ewlekariya dewleta Tirk civîn derheqa bûyerê pêk anîne.

Omer Çelik peyvdarê AK partiya desthilatdar di twîteke xwe da gotiye, terorê êrîşî Enqerê kirîye, heta niha hîç aliyekî ev peqîn negirtiye ser xwe, lê hind berpirsên ewlekariya dewleta Tirk gotine, êrîş ji aliyê partiya karkerên Kurdistan(PKK)ê pêkhatiye.

Li destûka bûyerê Adnan Ateş xwediyê Ekovîziyon ji Enqerê derheqa peqînê de gote Dengê Amerîka peqîn li bazara Merasîmê pêkhatiye û otobusên serbazan kirîne armanc.

Temamiya axiftinên Adnan Ateş di fayla deng de ye.

Adnan Ateş ser peqîna Enqerê di axive
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:37 0:00

XS
SM
MD
LG