Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Li Enqerê 4 Kes di Êrîşên Çekdarî de Hatin Kuştin


Ajansa Reuters îro Înê li gor raportan ragihand ku bajarê Enqerê piştî peqînan di rewşeke xerab ya ewlekariyê ya ku weke kaosekê de derbas dibe.

Reuters li gor medya Tirkî dide zanîn ku, roja înê çar kes di êrîşên çekdarî yên cuda de hatine kuştin, lê tê xuyakirin ku êrîş ne ji aliyê şîdetkaran de pêk hatiye.

Bajarê Enqerê di rewşeke tevlihevî û aloziyê de derbas dibe, bi taybet piştî êrîşa xwekûjî ya Yekşema derbasbûyî pêkhatî ku, di encam de 37 kes hatibûn kuştin.

Rojnama Hurriyet daye xuyakirin ku li taxa Dikmen yê nêzîkî bingehên leşkerî û hikûmî li Enqerê zilamekê polîs di encama gulle reşandinê de polîsek jin kûştiye, herweha çend buyerên din yên kûştinê rûdane, lê peywendiya van bûyeran bi çalakvanên şîdetkar re nebû.

Weke Reuters li gor rapoarn radigihîne, bajarê Enqere rastî rewşa aloz tê, bi taybet piştî rêxistina bi nave Teyrêbazên Azadiya Kurdistan (TAK) peqîna Enqerê girtiye ser xwe.

Herweha saziyên dîplomasî yên biyanî li Enqerê agehdarî dane karmendên xwe ku neçin ciyên giştî û bi qelebalix bi taybet di van rojan de ku, nêzkî cejna Newrozê dibe, herwiha dîsan, îro roja înê dijwarî di navbera meşvanên kurd û hêzên ewlekariyê de rûdaye.

XS
SM
MD
LG