Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Enqere: Du Êrîşvanên Êrîş Biribûn Ser Balyozxaneya Amerîka Hatin Girtin


Walîtîya Enqerê bi daxuyanîyekê ragihand ku du kes jiber êrîşa dijî Balyozxaneya Enqerê ya Amerîka hatine girtin.

Walîtîyê dîyar kir ku navê êrîşvanan Ahmet Çelîkten û Osman Gundaş e û wan qebûl kiriye ku dijî balyozxaneyê êrîş pêk anîne.

Walîtîyê da zanîn ku her du êrîşvan berê jî tawanên wek birîndarkirin, dizî û gefxwarinê kirine û dîyar kir ku dê ewê hemî hûrgilîyên êrîşê vekolin.

Mîsyona Dîplomatîk ya Tirkîyê ya Amerîka, ser girtina êrîşvanan ji Twitterê razîbûna xwe ragihand.

Roja Duşemê, serê sibê dijî Balyozxaneya Enqerê ya Amerîka êrîşa çekdarî pêk hatibû.

Berdevkê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin êrîş şermezar kiribû û dabû zanîn ku hewila çêkirina alozîyê ye.

XS
SM
MD
LG