Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Enqere Berlînê bi Dijberîya Referandumê Tawanbar Dike


Girjî û alozîya navbera Tirkîyê û Almanya bilindtir bû, piştî ku Enqerê îro Berlîn tawanbar kir ku jibo dengê “na” ya di referandumê dixebite û rê li ber mîtîngeke Tirkî digire.

Karbidestên Almanî ew civîna girseyî qedexe kiribû, piştî ku gefa êrîşeke bombeyî giheştibû wan.

Biryara karbidestên Almanî Enqere hêrs kiribû û wezareta derve wek protesto balyozê Almanî gazî kiribû.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavusoglu îro Înê ji rojnamevanan re qala nerazîbûna hikûmeta xwe ya hember hikûmeta Almanî dîyar kir.

“Ew nixwazin ku Tirkîye li wir kempeynê bike û ew jibo dengê “na” dixebitin. Ew dixwazin rê li ber Tirkîyeke hêdar bigirin.”

XS
SM
MD
LG