Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdozgerîya Tirk Derbarê Kongreya HDP'ê Lêpirsîn Vekir


Serdozgerîya Komarî ya Enqerê, ser kongreya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) dest bi lêpirsînê kir.

Li gor ragihandina serdozgerîyê, lêpirsîn jiber nîşandana wêneyên Rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan destpê kiriye.

Serdozgerîyê da zanîn ku bo 15 kesên di nîşandana wêneyên Ocalan de kar kirine biryara desteserkirinê hatiye dayîn û ji wan heta 14 kes hatine desteser kirin.

HDP'ê roja Yekşemê kongreya xwe ya asayî ya 4’an li dar xistibû.

Pervîn Buldan û Mîthat Sancar di kongreyê de bûbûn hevserokên nû yên HDP’ê.

XS
SM
MD
LG