Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîna Enqerê de 37 Kes Hatin Kuştin, 125 Kes jî Birîndar Bûn


Piştî peqîna li Enqerê ku li gor agahîyên fermî 37 kes hatine kuştin, Wezîrê tendirustî yê Tirkîyê Mehmet Muezzinoglu îro hin agahî dan bîragiştî.

“Li cîyê bûyerê 30 kes jîyana xwe ji dest dan. Dibe ku ji wan kesan 2 kes êrîşkar bin, 4 kes jî li nexweşxanê me jîyana xwe ji dest dane.”

Muezzinoglu dîyar kir ku bi giştî 125 birîndar hene û rewşa ji wan 19 kesan xeter e.

Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş daxuyanîyek da û êrîş şermezar kir.

“Li ser navê partîya xwe, êrîşa ku raste rast hemwelatîyan ji xwe re hedef girtîye, şermezar dikim. Tiştên ku em xwe bisitirînin hestên biratî, wekhevî û edaletê ye. Tenê wan hestan dê me biparêze.”

Hêjayî balkişandinê ye ku di nav 5 mehan de cara sisêyan e ku êrîşên wiha li Enqerê ya paytaxta Tirkîyê pêk tên.

Komeke bi navê Teyrîbazên Azadîya Kurdistanê (TAK) wê êrişê girtibû ser xwe, lê heta niha ti kes berpirsîya êrîşa dohî ranekiriye ser xwe.

ZY_3_14_16_Enqere_2
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:02 0:00

XS
SM
MD
LG