Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Salvegera Yekê ya Êrîşa Enqerê de Polîs Nehêla Xwepêşander Qurbanîyan Bîr Bînin


Wêneya peqîna Enqerê

Polîsên Tirk li paytaxt Enqerê gaza rondikrêj û guleyên plastîk li hember bizavkarên nêzîkî Kurdan xebitandin ku jibo bîranîna salvegera yekê ya xirabtirîn êrîşa terorîstî ya dîrok Tirkîyê de civîbûn.

Di êrîşa 10’ê Cotmeha 2015’an de, ku hatibû gotin ku êrîşvanekî xwekuj yê DAIŞê kiribû, 103 kesên ku di xwepêşandaneke aştî ya ser bi Kurdan de, li pêş îstasyona trenê ya Enqerê jîyana xwe hinda kiribûn.

Di wê êrîşê de herwiha 500 kesên din jî birîndar bûbûn ku tedawîya hinek jî wan hîn jî didome.

Girseya ku pirtir ji 150 kesan pêk tê diruşma “dewleta kujêr” qerîn, dema polîsan nehêla ku wan bo bîranîna qurbanîyan, dixwest ber bi cîhê êrîşa xwekujî ve herin.

Li form AFP, bi sedan kesên ku diruşm û alayên rêxistnên cihê bilind dikirin jî ji alîyê polîsan ve hatin asteng kirin.

Polîsan gaza îsotê û guleyên plastîk li hember xwepêşandanan kar anîn û wan jî bi şûşe û keviran bersîva polîsan da.

Hevserokên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di bîranîna qurbanîyan de amade bûn û kul û keserên merivên qurbanîyan parve kirin.

XS
SM
MD
LG