Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Enqere Hin Beşên Daxuyanîya Qesra Sipî Red Dike


Enqere hin beşên daxuyanîya Qesra Sipî ya ser axaftina Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan pûç kir.

Trump û Erdogan do Çarşemê bi rêka telefonê axifîbûn.

Qesra Sipî dîyar kiribû ku Trump ji Erdogan re gotîye ku ‘’Hemwelatî û karmendên Amerîka yên di Rewşa Awarte (OHAL) de, ku bi retorîkeke şaş û hilweşîner tê dirêj kirin, hatine desteser kirin fikaran çêdike’’

Qesra Sipî herwiha dabû zanîn ku Trump ‘’fikarên xwe yên ser tundûtûjîya li Efrînê mezintir dibe’’ jî gotiye.

Lê, jêderên serokomarîya Tirkîyê ew beşên daxuyanîyê red kirin û dîyar kirin ku Trump di axaftina xwe de negotiye ‘’gotinên şaş û hilweşîner ya Tirkîyê’’

Jêderên serokomarîyê didin zanîn ku li ser Rewşa Awarte jî ti axaftin nebûye û Trump xwestîye ku hin hemwelatîyên Amerîka û karmendên herêmî yên wî welatî werin berdan. Jederan dîyar kir ku Erdogan gotiye ku Tirkîye dewleteke hiqûqê ye û piştî îdianameya ewê dadgeh biryarê bide.

Enqerê herwiha da zanîn ku Trump ser operasyonên Efrînê ‘’fikarên ser zêdebûna tundûtûjîyê’’ negotiye û Erdogan û Trump ser operasyonê danûstandin kiriye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG