Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Enwer Naso Roja Mamosteyê Kurd li Sûrîyê Dinirxîne


Di 26'ê Nîsanê de her sal Kurdên Sûrîyê helkeftinên Roja Mamosteyê Kurd lidar dixin. Îsal jî ev helkeft li seranserî bajarên Kurdan li Sûrîyê pêk hat. Li bajarê Amûdê, Komîteya Celadet Bedirxan ya Hînkirina Zimanê Kurdî û Navenda Orkêş ya Çandê bi hev re ev roj pîroz kirin.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Enwer Naso, çalakvan û endamê Komîteya Celadet Bedirxan ya Hînkirina Zimanê Kurdî behsa çalakîyên komîteya xwe di vê rojê de dike.

Birêz Naso dibêje zimanê Kurdî ketiye qonaxeke din, piştî ku şoreşa Sûrîyê destpê kir.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG