Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Tigray Êrîşên Ser Paytexta Erîtreya Piştrast Dikin


Debretsion Gebremichael serokê eyaleta Tîgray ya Ethiopiyayê

Debretsion Gebremichael serokê herêma serhildêr Tîgray ya Ethiopiya, îro Yekşemê piştrast kir ku hêzên wî bi rokêtan êrîşê balafirgeha paytexta Erîtreya kirine.

Ev bûyer, fîkarên şereke berfirehtir ya li herêma ku wek Şaxê Afrîqa (Horn of Africa) tê zanîn, zêde dike.

Debretsion Gebremichael, Erîtreya bi şandina tank û bi hezaran leşkeran bo piştgirîya êrişa hikûmeta Ethiopiya tawanbar kir û got ku hêzên wî li gelek eniyan" di bin êrîşê de bûn.

"Welatê me bi welatekî biyanî, Eritreya re, êrîşî me dike. Xiyanet e!" Debretsion di peyamên nivîskî de ji Reuters re got, bêyî ku bêtir agahdarî an delîlên îdiayên xwe pêşkeş bike.

Pênc dîplomatên herêmî ji Reuters re gotin ku şeva Şemîyê ji Ethiopya ser paytexta Erîtreya herî kêm sê roket hatine avêtin.

Hevdem, 3 dîplomatan ragihanîye ku, herî kêm du roket li balafirgeha Asmara ketin e. Lê, balyozxaneya Amerîka ya li Asmara îro Yekşemê di hişyariyek de ji hemwelatiyên Amerîkî re got ku tu nîşan tuneye ku balafirgeh hatîye lêdan.

Ajansa Reuters jiber giheştina sînordar û piranîya têkçûyîna li Tîgray, nikaribûye bi serbixweyî ragihandin û gotinên ji alîyê her aliyan yên di derbarê pevçûnên 12 rojî de hatine kirin, piştrast bike.

Reuters nikaribûye bo girtina şîroveyan xwe bigîhene karbidesên hikûmeta Erîtreya û paytexta Ethiopiya Addîs Ababa.

Serokwezîr Abîy Ahmed îro Yekşemê li ser Twîterê dîyar kir ku Ethiopiya bi şayana xwe bixwe hezdar e ku armancên xwe yên li Tîgray pêk bîne, lê bi taybet îdayên Debretsion destnîşan nekir.

Hefteya borî, Wezîrê Derve yê Erîtreya Osman Saleh Muhammed ji Reuters re gotbû: "Em ne beşek in, ji pevçûnan."

Serokwezîr Abîy di 4'ê Mijdarê de dest bi operasyona leşkerî ya li eyaleta Tîgray kir, piştî hêzên herêmî bi êrîşkirina leşkerên federal yên li eyaleta bakur tawanbar kir.

Eyaleta Tîgray, li bakurê Ethiopiya cîh digire û li ser sînorê Erîtreya û Sûdanê ye û herwiha 5 mîlyon mirov li vê heremê, dijîn.

Jiber pevçûnan heya niha ji her du alîyan bi sedan kes hatine kuştin û herêmên din yên Ethiopiya û herema Şaxê Afrîqa (Horn of Africa) tehdît dike.

Neteweyên Yekbûyî îro Yekşemê ragihand ku herî kêm 20.000 Ethiopî revîyane Sûdanê.

Rexistina Koma Krîza Navneteweyî, di 5'ê Mijdarê de hişyarî da ku beşdarbûna Erîtreya bi her şêwazekê pevçûnê, dikare li ser Sudanê bandor bike.

Hejayê bîrxistinê ye ku di navbera Erîtreya û Ethiopiya de, di 1998-2000'an de şereke wêrankar pêk hat.

Serokwezîrê Ethiopya Abîy sala borî jibo avakirina aştîya bi ciranê xwe Erîtreya re, xelata Aştîyê ya Nobelê wergirt.

Lê, hikûmeta Erîtreya jiber rola pêşeng ya reberên eyaleta Tîgray di wî şerî de, dijminîya seroktîya Tîgray didomîne.


XS
SM
MD
LG