Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firînên Navnetewî ji Herêma Kurdistanê re Îro Tên Sekinandin


Firokexaneya Hewlêrê
Firokexaneya Hewlêrê

Firokên navnetewî ji Herêma Kurdistanê re, li ber e îro bi dawî werin, piştî ku hikûmeta navendî, wek bersîvdana referanduma serxwebûnê, qedexeya firînê li ser herêmê danabû.

Hema tevahîya kompanîyên bîyanî, li ser daxwaza hikûmeta Îraqê, ku qada esmanî kontrol dike, firînên ji û bo firîngehên li Hewlêr û Silêmanî sekinandin.

Di roja dawî de tenê şîrketên Lufthansa û Austrian ragihand ku wqan piştî muhleta qedexê jî sefereke firînê hêlaye.

Lê, berdevkekî Lufthansa Group îro ji Reutersê re got ku ew hîn difikrin ku divê ew firîna dawî jî betal bikin yan ne.

Lufthansa heftê carekê, roja Şemîyan difire Hewlêrê û Austrian Airlines jî firînên rojane hi jeman bajarî re pêk tînin.

Firînên navxweyî ji Herêma Kurdistanê re hîn berdewam e û rêwî êdî bi rêka firokexana Bexda hatin, çûna herêmê bikin.

Rêvebirê Firînfgeha Silêmanî Tahir Abdullah roja Çarşemê ragihandibû ku dora 40 ta 50 ji sedê trafîka esmanî ya Îraqê ji ser firîngehên Kurdî pêk tên.

XS
SM
MD
LG