Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çend Mûşek li Nêzîkî Hewlêra Herêma Kurdistanê Dikevin


Sibeha roja Şemîyê çend mûşek li nêzîkî gundê Brax yê sînorê parêzgeha Hewlêrê ketin û dezgehên ewlekarîyê gihîştin cihê rûdanê û dest bi vekolînan kirine.

Li dor hejmar, cih û ziyanên van mûşekan, mixtarê gundê Brax Kemal Îsmaîl ji Dengê Amerîka re got ku ziyanên van mûşekan tenê madî bûn û ti ziyanên mirovî nebûn.

Wî got ku cihê ketina mûşekan li rojavayê gundê Brax e û dora yek kîlometir ji mala wî dûr e.

Hêjayî gotinê ye ku gundê Brax sê kîlometran ji qunsulxaneya nû ya Amerîka dûr e.

ji bo guhdarîkirina li raportêê fayla deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:12 0:00


XS
SM
MD
LG