Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Îro ligel Nêçîrvan Barzanî Dicive


Wêneya arşîve ji hevdîtineke Erdogan û Barzanî
Wêneya arşîve ji hevdîtineke Erdogan û Barzanî

Jêderên serokomarîya Tirkîyê ragihand ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê îro di demjimêr 16:00’an de bicivin.

Hilcivîna Konseya Atlantîk ya 8’an ku li Stenbolê pêk tê, mêvandarîya karbidestên seranser cîhanê dike ku Barzanî jî yek ji wan e.

Di hilcivîna ku mijarên wê ewlekarî, aborî, kêşeya penabaran û çavkanîyên enerjîyê bûn de, ser gaz û enerjîya Herêma Kurdistanê jî hin nîqaş hatin kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye, di nava vê hefteyê de Tirkîyê êrîşên esmanî biribûn ser Herêma Kurdistanê ku 5 pêşmerge hatibûn kuştin.

Civîna Barzanî û Erdogan, piştî êrîşa ser Şengalê, ewê bibe civîna yekê ya navbera karbidestên Tirk û yên Kurdên Îraqî.

XS
SM
MD
LG