Lînkên eksesibilîtî

Erdhejek Bihêz li Herêma Kurdistanê û Çend Herêmên Îraqê Pêk Hat


Mavenda Erdhejê

Roja Yekçemê bi şev, Erdhejek bihêza 7.3, li gûr pîvana Rêxterî herêma Kurdistana Îraqê têkhejand, berî ku ajansa Îraqê tiştekî derbarê pêşbînîya Erdheja pêkhatî bide diyar kirin.

Ajansa Hawîrdûr û Metrolojîk ya Amerîka da zanîn ku navenda Erdhejê bajarê Helebcê bû, ya dikeve nêzîk sînorî Iraq û Îranê û 350 kîlometran dûrî paytext Bexda.

Destpêkê weha hat zanîn ku hêza Erdehjê 7.2, lê şûnda hat zanîn ku, hêza wê Erdhej zêde bûye û gihaye 7.3 pile li gûr pîvana Rêxter.

Li piraniya bajor û herêmên Kurdistana Îraqê hest bi lerzîn û têkhejiyana erdî hatiye kirin, welatî ji tirsan ji malên xwe derketine.

Rêxistina Îraqê ya Metrolojîk bi riya TVî ya dewletê bang li welatiyan kirîye ku, ji avahiyan dûr bikevin û di dema daketina ji malan asansorê bikar neyînin.

Erdheja herî bihêz li bajarê Helebcê û Silêmaniyê Rûdaye, herweha li Hewlêr, Duhok û Kerkukê jî hest bi têkhejyana erdî hatiye kirin.

Welatî Mehfoz Mayî got, ez û zarokên xwe li bajarê Duhok, bi tirs û leriz ji qatê 8an yê avahî hatîn xarê, herweha, Şîlan Mohamed ji bajarê Silêmaniyê gote Dengê Amerîka "dema Erhejê ya dirêj bû, çaxê qewimî heta em ji malê derketin, hejîna erd ya berdewam bû".

Çend dîmenên Erhejê li bajarê Kelar, bazarê Soran, herêma Germiyan.

Nûçegihanê Dengê Amerîla li bajarê Duhokê got "Saziya Keşnasiyê ya bajarê Duhok dibêje, Erdhej ya herî bihêz li Derbedndîxan û Helebcê bû, heta gihaye herêma parêzgeha Duhok hêza wê di pileya 4.5 ya pîvana Rêxter de bû".

Herwiha Nûçegihan dibêje li gûr pêzanînên gehiştîne wan li Derbendîxan, 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û hejmarek jî birînd bûn e, herweha li bajarê Hewlêr ji hin birîndar hebûn, piraniya wan xwendekarên beşa navxweyî bûn, lê birînên wan sivîk bûn.

Di gelek kenalên TV yên herêmî de, di dema weşana zindî de hest bi Erdhejê hatiye kirine, jibo parastina giyanê rojnamevan û karmendan weşana xwe ya zindî qut kirine.

Hûrgilî û ziyanên Erdehjê li seranserî bajar û herêmên Erdhej lê pêkhatî hêjî bi temamî nayên zanîn.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG