Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Erdhej Rû Dide


Herêmek ji yên Erdhejê li Stenbol
Herêmek ji yên Erdhejê li Stenbol

Roja Pêncşemê demjimêr nêzî 14:00 li gur dema Tirkiyê erdhejek di hêza 5.8 ji pîvana Rêxterê pêkhat.

Desteya Ragihandinên Rewşa Awarte û Karesatên Xwezayî ya Tirkiyê da zanîn ku bajarê Stenbolê bi erhejekê têk hejîyaye.

Desteyê daxûyaniyek derbarê erdhejê weşand û got, herêma erdhejê derya Marmara bû, demjimêr 13:59 erhej pêkahtîye û bi kûratîya 6.9 kîlometran li jêr erdê bandor kirîye.

Tirkîye dikeve ser hêla derz û peqên Ceolocî, jiber wê yekê herdem dikare erdhej li wî welatî rû bidin.

Nûçegihanê Dengê Amerîka li Stenbolê, li cihê erdhejê bû, wî got ku hin dibistan û nexweşxane hatine vala kirin. Û da zanîn ku ji derveyî Stenbolê bandora erdhejê li bajarên dewrûber yên weka Bursa, Sakarya û Kocaeli jî hest bi erdhejî kirine.

Welatî Omût Yaman xwendekarê zanîngehê dibêje"Erdhejek gelek mezin bû, ez xwendekarê zanîngehê me bû qeyda zanîngehê hatime, ez li kafê rûniştî bûm li qata şeşan wî çaxî min gelek his kir". Yaman herwiha dibêje, avahiyê ku em têde bûn weke landikê têkhejîya.

Dîdevanên erdhejê dibêjin dema ku erdhej pêkhatî her kes derket kolnana û ji xaniyan derketin cade û kolanan û bo sedema tirs û tengezarîya di nava gel de.

Erdhej Stenbol 26 09 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:11 0:00


XS
SM
MD
LG