Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Erdheja li Afganîstanê de Kuştî û Birîndar Hene


Dîmeneke piştî erdhejeke li Gayan, Afganistan, 23 Hezîran, 2022.
Dîmeneke piştî erdhejeke li Gayan, Afganistan, 23 Hezîran, 2022.

Ajansa nûçeyan ya dewleta Afganistanê Bakhtar ragihand ku serê sibêha iro Duşeme li bakurê rojhilata Afganîstanê erdhejek bi hêza 5.3 çêbûye.

Ajansa Bakhtar ragihand ku di erdhêjê de li gor raportên destpêkê herî kêm 8 kes mirine û gelek kesên din ji birindar bûne.

Berdevikê walîyê eyaleta Kunerê Mewlî Necîbullah Henîf dîyar kir ku jiber erdhejê li heremê zararên canî û milk-malî çêbûne û dibe ku jimarên mirî û birindaran zêde be.

Berdevikê wezareta karesatê Mihemed Nesîm Heqanî jî ragihand ku got ku xebatên bo zararan li û rizgarkirinê berdewam dikin.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîka(USGS) ragihand ku erdheja bi lerza 5.3’an di saetên sibê de, 10 km di binê erdê da rû daye.

Sazîya Amerikî dîyar kir ku navenda erdhejê, 38 km bakurê rojhilata bajarê Celalabadê ye.

Paytext Kabul jî di nav da li bajarên der û dorê û herêmên li ser sînorê Pakistanê jî erdhej hatiye hîs kirin.

Li Afganistanê di 22’yê Hezîranê da erdhejeke bi leza 5.9 e pêk hatibû û di encamê zêdetirî 1200 kes miribûn.

Li welêt ji ber ku avahî ji kîlê têne çêkirin û binesazî nebaş e di erdhejan da gelek kes dimirin.

XS
SM
MD
LG