Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Erdheja Meksîka de 44 Kes Jîyana Xwe ji Dest Dan


Li Meksîka, ku welatekî Amerîka Başûr e, erdhêjek pêk hat û bi kêmî ve 44 kes jîyana xwe ji dest dan.

Pîvanên pêşîyê nîşan didin ku mezinîya erhejê 7.1 e.

Serokê Meksîka Enrique Pena Nieto da zanîn ku li Mexico City ya paytaxt 27 avahî hilweşîyane.

Walîyê eyaleta Morelos ji ser Twitterê dîyar kir ku li wir 42 kes jîyana xwe ji dest dane.

Du kesên din li eyaleta Mexico mirin.

Nieto ji ser Twitterê bang li gel kir ku ji qadan û sûkan bo tîmên alîkarîyê vekin.

Seferên firokan ya li Firîngeha Mexico City rawestîyan.

XS
SM
MD
LG