Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Guherînan di Kabîneya Hiûmetê de Dike


Serokomarê Tirkîyê Tayyîp Erdogan
Serokomarê Tirkîyê Tayyîp Erdogan

Serokomarê Tirkîyê Tayyîp Erdogan îro Çarşemê 2 wezîrên hikûmeta xwe guherand.

Erdogan, bi Rojnameya Fermî de Biryarnameya Serokomariyê ya îro de tevî hin biryarên din navên wezirên nû dîyar kir.

Serok Erdogan û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), li şûna Ruhsar Pekcanê endamê payebilind yê AK Partî Mehmet Muş, wek wezîrê bazirganîyê bi nav kir.

Mehmet Muş, ji 2011'an vir ve endamê AK Partiyê bû ku alîkarê serok yê aborîyê bû, di serdema 25, 26 û 27'an de parlamenterî kiriye,û herwiha sala 2014'an de bûye endamê Lijneya Rêveber û Navendî yê AKPyê û Alîkarê Serokê Giştî yê AKPyê.

Kesekî nêzîkê AK Partî yê ku nexwestîye ku navê wî were eşkere kirin ji Reutersê gotîye ku Mehmet Muş nêzî zavayê Erdogan, Berat Albayrak e.

Biryara ji kar dûrxistina Ruhsar Pekcan, piştî ku siyasetmevanên opozîsyonê wezareta Pekcan bi kirîna dermanên dest paqijkirinê ji kompanîya wê ya malbatî tawanbar kir û karvekişîna wî daxwaz kirin, hat ragihandin.

Wezareta Bazirganîyê bi daxuyanîyeke roja Sêşemê piştrast kir ku wezaretê ji kompanîya malbata Pekcan dermanên dest paqijkirinê kirîne, lê got ku kirîna wan madeyan tenê li gor bihayê pêk hatiye û ne jiber navê kompanîyê.

Li gor biryarnameyê, Erdogan bi dabeşkirina Wezareta Malbat, Kar û Polîtîkayên Civakî, du wezaretên cuda yên nû jî ava kir.

Erdogan, şûna Zehra Zumrut Selcuk, wek wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Derya Yanik û herwiha Vedat Bilgin jî mîna wezîrê Kar û Ewlehîya Civakî, erkdar kir.

Karbidestekî payebilind yê hukûmeta Erdogan ji Reutersê re got ku piştî meha Remezanê, ku nîvê Gulanê diqede, li çar yan pênc wezaretan guhertinên din têne pêşbînî kirin.

"Bi gelemperî bendewarîya guhertina kabîneyê hebû û ew hîn jî berdewam dike. Lê, bûyera îdayên ser Pekcan nayê qebûl kirin," karbidest got.

XS
SM
MD
LG