Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Em Rê Nadin Leşkerê Sûrî li Îdlibê Zêdetir Pêşkeve


Serokomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan û Wezîrê Berevaniyê Hulusi Akar

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan dema şeva bûrî bo rojnamevanan axiftî gotîye, em rê nadin êdî artêşa Sûriyê erdê zêdetir li parêzgeha Îdlib kontrol bike. Ev jî rojekê piştî şerên li wê herêmê hat, yên ku di navbera leşkerên Tirk û yên Sûrî de rûda bû, û leşkerên herdu aliyan hatbûn kuştin.

Doh Tirkiyê dabû zanîn ku 5 leşkerên wan li Îdlibê hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne, weke tolhildan Tirkîyê zêdetir ji 100 bingehên leşkerê Sûrî kirine aramnc û nêzî 100 kes hingaftin.

Kenalê NTV yê Tirkî dibêje, Erdogan gotîye"Niha Sûriya dixwaze zêdetir erdî bigire û bêtawan û hejaran neçar dike ber bi sinorê me ve bên".

Netewên Yekbûyî jî dide zanîn ku zêdetir ji nîv mîltyon welatiyên Sûrî ji ber şeran li Îdlibê koçber bûne.

Roja Sêşemê artêşa Sûrî bi alîkarîya hêzên esmanî ber bi bakur pêş diket û hin herêmên çekdaran kontrol kirin ku 8 sal bûn li jêr kontrola wan çekdaran da bûn. Şer û êrîşên leşkerê Sûrî bûn sedem ku hezaran kes ji herêma şer birevin û qesta ciyekê tena bikin.

Jens Laerke, peyvdarê ofîsa hevkarîyan ya pirsên mirovatî ya Netewên Yekbûyî derbarê rewşa li Îdlibê got "ji meha Dîsmberê heta niha, tenê di 2 mehan da, nêzî 520 hezar kes ji malên xwe koçber bûne, piraniya wan jin û zarok in". Jens dîsan dibêje"niha ciyekî bi ewle li Îdlibê nema ye,her cih û her demê bombebaran heye".

Çavdêrîya Sûrî bo mafên mirov "SOHR" jî dibêje, tenê di hefteyekê da hêzên artêşa Sûrî zêdetir ji 60 bajarok û herêm girtine û hewil dide rêya giştî ya paytext Dîmeşq bi bakurê welat ve girê dide kontrol bike.

XS
SM
MD
LG