Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Agirî Partîyên Muxalîf Ji Gef û Lekedariyên Erdogan Nerazîn E


Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Partîya Demokratîk a Gelan HDP’ê her tim di nava tifaqa ‘Millet’ cih dike û ewê wekî ‘tifaqa zîlet’ pênase dike. Erdogan herwiha di mitîngên partîya xwe de vê tifaqê bi aîkarîya ‘Terorê’ tawanbar dike.

Gelo gotin û nêzîkatîyên Erdogan, li Agirî bandorek çewa li ser xebaten partîyan dike? Berbijarên HDP û yên Partîya Baş (İYİ Paritî) ev pirs wiha bersivandin.

Berbijarê Hevşaredarîya Agirî yê HDPê Abdurahman Dogar, got ku di diroka Komara Tirkîyeyê de ew tu carî rastî pêkutîyên wiha nehatîne.

"Bi hezaran mirovên me bê suç bê guneh hatine girtin. Çi gotine? Ji ber ku di medya civakî de hin tişt parve kirine bi hinceta ‘Heqeret li hikumetê kirine’ tên girtin. Li gor hikumetê, ji bilî alîgirên AKP hemû kes xayîne. Çiqas astengî hebin, çiqas ewrên reş û tarî li ser vî bajarî bigerin jî bi teqez serkeftin dê ya me be. Em jibo vê hilbijartinê di vê bîr û bawerîyê de ne.”

Berbijarê Şaredarê Agirî yê Partîya ÎYÎ Taner Soylemez jî got ku ew di nava rewşekî demokratîk de nakevin hilbijartinan û wiha axivî:

"Em di rewşek demokratîk de naçin hilbijartînê, sedema herî mezîn ji; gava mirov li kolanên Agirî digere, tê dîtin ku AKP hêza dewletê wergirtîye pişt xwe û li hemberî me bikar tîne. Wezîrên dewletê jibo ku AKP serbikeve kolan bi kolan, mal bi mal digerin û deng dixwazin. Ev tiştek ne raste. Lê em dê li hemberî vê rewşa ne demokratîk xebatên xwe berdevam bikin".

Hêjayî birxistinê ye ku li Tirkîyê hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê pek tê. Her wiha di navbera partîyên sîyasî de jî rikberî her diçe xurt dibe. Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) û Partîya Tevgera Netewperest (MHP) bi navê "Komarî", Partîya Komarî ya Gel CHP, Partîya Saadet û Partîya Baş (ÎYÎ Partî) bi navê ‘Millet’ her wiha Partîya Demokratîk a Gelan HDP’ê jî li bajarên Kurdan, bi gel hin partîyên Kurdistanî re bi navê ‘Tifaqa Kurdistanî’ tifaq ava kirine.

Raporta Arif Aslan Agirî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:02 0:00

XS
SM
MD
LG