Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Êrîşa Leşkerî Ragihand Û Aydar Dibêje Emê Bersivê Bidîn


Serêkaniyê - Ras al-Ain -Sûriye

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Çarşemê piştî nîvro ragihand ku Tirkiyê operasyona leşkerî li dijî Hêzên Sûriya Demokrat destpêkir.

Recep Tayyip Erdogan
Recep Tayyip Erdogan


Erdogan bi rêya twîtekê roja Çarşemê nivîsand "Hêzên leşkerê Tirkiyê bi hevkarîya leşkerê Niştîmanî yê Sûrî operasyona (Çavkanîya Aştiyê) dê destpê bikin bo ramalîna herdu rêxistinên terorist PKK/YPG û DAIŞê".

Erdogan dîsan dibêje, armanca wan ewe ew metirsiyên terorê ewên li ser sinorê başûrê welatê wan heye jinav bibin.

Hêzên Kurdî jî dibêjin çendê ji wan bihê, ewê li hember êrîşên Tirkiyê liber xwe bidin û bang li Amerîka û Civaka Navnetewî kir da ku rolê xwe bibînin bo ragirtina êrîşên Tirkiyê yên ku bi bê edaletî tîne ser herêmên Kurdan li Sûriyê.

Zubeyir Aydar
Zubeyir Aydar

Li aliyek din Zûbêr Aydar Serokê Konseya Koma Civakên Kurdistan "KCK" derbarê destpêkirina êrîşa leşkerê Tirkiyê li dijî herêmên Kurdan li Sûriyê gote Dengê Amerîka-VOA "Emê heta dawiyê piştgîrîya hêzên Rojava bikin û li dij êrîşa dewleta Tirk rawestin û emê hewil bidin li her cih û deverê Kurdan rakin ser piyan, bi hemî awayî ne tenê li rojava li bakur jî li cihên dî jî emî li hember dewleta Tirkiyê têkoşînek berfireh bidin destpêkirin, ev êrîş tenê li ser Rojava nîne, ev êrîş li ser hemû Kurda ye".

Di hevpeyna xwe de Aydar got, ku ji avakirina dewleta Tirk heya niha dixwaze Kurdan nehêle û got "Divê tu Kurdek temşevan nemîne" jiber ku dewleta Kurd ji dema vakirinê heta niha dixwaze Kurdan nehêle, ev êrîş dijî hemû Kurdane, weke Zûbêr Aydar endamê Konseya Serokatîya KCK dibêje.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:21 0:00


XS
SM
MD
LG