Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Di Şerê Efrînê de Sedan Leşekên Tirk û Hevpeymanên Me Hatin Kuştin


 Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Serokê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan di axftineka xwe ya şeva bûrî de, bo kenalê NTV ya Tirkî got, di şerên girtina Efrînê de, bi sedan leşkerên Tirk û hevpeymanên wan yên leşkerê Sûrya Azad hatine kuştin, lê piraniya miriyan ji leşkerê Sûrî yê Azad bûn.

Erdogan bi şêweke zindî beşdarî kenalê NTV ya Trikî bû û got "li kêleka 56 şehîdên me, bi sedan şehîdên leşkerên Sûrî ya Azad hene" weke Erdogan dibêje.

Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûrî yên aligirên wê, berî 3 mehan dest bi êrîşên ser Efrîn kir bûn û operasyona ser Efrînê bi "şaxê Zeytûnê" bi nav kir bû. Nîva adara derbas bûyî piştî 2 mehan ji şer û pevçûnan artêşa Tirkiyê û çekdarên hevpeymanên wê, karî bûn, xwe bigehînin navenda bajarê Efrîn û Yekîneyên Parastina Gel YPGê ji wê herêmê der biken.

Erdogan berî niha gef kir bûn ku, ewê ber bi Rojhilatê Sûriyê ve operasyonan berdewam bike, gefên Erdogan weha hatbûn nirxandin ku ewê şer û pevçûnên pir alî li Sûriyê, kûr tir bike.

XS
SM
MD
LG