Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Jibo Pirsa Kurdî, Em Êdî Danûstandinê bi BDP’ê re Nakin


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan Partîya Aştî û Demokrasîyê ya ser bi Kurdan bi tundî rexne kir, ji ber têkeliyên wê partîyê bi Partîya Karkerên Kurdistanê re, li gor rojnameya Today’s Zaman ya Tirkîyê.

Erdogan got dibêje ku hikûmeta Tirkîyê jibo çareserkirina pirsa Kurdî êdî danûstandinê bi BDP’ê re nake. Serokwezîrî herwiha got ku hikûmeta wî dikare danûstandinê bi partîyekê re bike ku bawerî bi demokrasî û sîstema parlamenî hebe.

Rexneyên Erdogan di bersiva hevdîtineke parlamenterên BDP’ê û çekdarên PKK’ê de bû li şemzînan.

Vîdyoyên wê bûyerê di medya û Internetê de belav bûn û xuya dikin ku parlamenterên BDP’ê û çekdarên PKK’ê hevdu hembêz dikin.

Tê gotin ku ew bûyer berê plankirî bû, lê belê BDP vê îdîayê red dike û radigihîne ku ew bûyer rêbirîn bû.
XS
SM
MD
LG