Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê got ku Hamas jibo berevanîya ax û gelê Filistînî şer dike û ne rêxistineke terorê ye.
Ev gotina Erdogan ser girjîya li Gaza şiroveya wî ya herî xurt e.
Erdogan dîyar kir ku divê hêzên Filistînî û Îsraîlî demûdest agirbestê ragihînin û bang li dewletên Misilman kir ku jibo aştîya mayînde ya herêmê bi hevdu re tevbigerin.
“Ez niha bang li Îsraîlê û hemî cîhanê dikim. Ew di civîna xwe ya dawî de hatin cem hev û welatên Rojava Hamasê wek rêxistineke terorê dibînin. Ey Îsraîl dibe ku tu rêxistinek bî û ez niha bang dikim. Gelek deynên van dewletên Rojavayî ji te re hene ku, lê deynê Tirkîyê ji te re tuneye. Hamas ne rêxistineke terorê ye, ew komeke rizgarîxwaz ya mucahîdan e ku tekoşîna parastina axên xwe û hemwelatîyên xwe dide.
Wî ser Hamasê got ku komeke mucahîdan e, ku ev peyva Erebî seba wan kesan tê karanîn ku jibo bawerîyên xwe şer dikin.
Serokomarê Tirkîyê hêzên Rojavayî yên piştgirîyê didin Îsraîlê rexne kir û got ku ew hêsirên jibo Îsraîlê dibarînîn sextekarîyê nîşan didin.
Piranîya hevbendên Tirkîyê yên li NATO, Hamasê wek rêxistineke terorê dibînin.
Cîgirê Serokwezîrê Îtalya Matteo Salvini ser gotinên Erdogan tavilê bertek nîşan da û dîyar kir ku gotinên Erdogan yên tund û xirab kêrî kêmkirina girjîyê nayên.
Salvinî got ku ewê ser protestokirina balyozê Tirkîyê danûstandinê bikin.
Tirkîyê ser êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê kuştina sîvîlan şermezar kir û bang li Îsraîlê kir ku tund tevnegere.
Enqere êrîşên Îsraîlê yên li Gaza bi awayekî xurt şermezar dike û dibêje ew dikare jibo rawestandina girjîyê navbeynkarîyê bike.
Tirkîye berî gurbûna girjîyê hewil dida ku peywendîyên xwe yên xirab yên bi Îsraîlê re baş bike, lê Erdogan got ku jiber bûyerên li Gaza wî planana xwe yên jibo serdana Îsraîlê betal kiriye.
Dewleta Tirkîyê jibo endamên Hamasê mazûvanîyê dike û ser girjîya Îsraîl û Filîstînîyan çareserîya bi du dewletan pêşnîyar dike.
Jêder: Reuters