Berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Gel Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê li bajarê Meletî got ku ewê herêma erdhejê bi plankarî ji berê hîn saxlemtir bikin.
Erdogan di mîtînga girseyî de li Meletî, ku erhdejên 6’ê Sibatê bandor lê kiribû, dîyar kir ku ewê hewil bidin ku di Cotmeh yan jî Mijdarê de dest bi dayîna xanîyên mayînde bikin.
‘’Di erdhejan de pirtir ji 50 hezar însanên me canên xwe ji dest dan, lê dîsa jî niha pirtir ji 50 hezar însan jibo hilbijartina roja Yekşemê li vê qadê bi me re kom bûye.’’
Erdogan dîyar kir ku wan heta niha 30 mîlar lîra daye afatzedeyan û armanca wan ew ew ku li herêma erdhejê 650,000 avahîyên nû çêkin.
Berbijarê Hevpeymanîya Gel got ku rengê sîyasî ya herêma erdhejê çi be jî ewê wek hevpeymanî bi gelê herêmê re bin.
Erdhejên Mereşê yên 6’ê Sibatê bandor li 11 bajarên li dora xwe kiribû û tevî pêşbînîyên anketkaran Erdogan di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li piranîya bajarên herêma erdhejê li pêş Kilicdaroglu hatibû.
Jêder: VOA, Twitter