Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Daxuyanîya 10 Balyozan Derbarê Doza Kavala bi Tundî Rexne Dike


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi tundî rexne li balyozên 10 welatan kir, di nav de Amerîka, Almanya û Fransa, derbarê banga wan jibo berdana karsaz û çalakvanê mafên mirov Osman Kavala, û got divê Tirkîyê mêvandarîya van balyozan neke.

Berî çend rojan, balyozên Amerîka, Kanada, Fransa, Almanya, Damîmarka, Finlandîya, Holanda, Swêd, Norwec û Zelandaya Nû daxuyanîyek derxistibû, tê de banga serbestkirina Kavala kiribû.

Lê Wezareta Derve ya Tirkîyê do Sêşemê bang li van balyozan kir û got ku ev daxuyanîya wan ne “cihê berpirsîyê” bû.

Kavala ji sala 2017’an ve girtî ye bêyî ku heta niha ceza lê were birîn. Ew par jibo hinek tawanên girêdayî protestoyên sala 2013an hate bêsûc kirin, lê ew biryar careke din hate betal kirin û dozeke din jî li dijî wî girêdayî hewildana derbeya leşkerî ya sala 2016’an hate vekirin.

“Min ji wezîrê me yê derve ye got: em nikarin mêvandarîya van kesan li welatê xwe bikin. Hûn kî ne heta ku hûn dersekê bidin Tirkîyê?” Erdogan got.

Serokê Tirkîyê herwiha ew yek rexne kir ku sîstema dadmendîya Tirkîyê ne serbixwe ye.

“Dadmendîya me yek ji mînakên herî xweş yên serxwebûnê ye,” malpera Haberturk li ser zarê Erdogan ragihand.

XS
SM
MD
LG