Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Ez Eniya Leşkerên Al Mohamedî Yên Beşdar di Operasyonê de Maç Dikim


Serokê Tirkiyê Recep Tayyp Erdogan piştî ku êrîşa leşkerî ya li bakur û rojhilatê Sûriyê li dij Hêzên Sûriya Demokrat HSDê ragihandî, piştre di çend twîtekan de behsa êrîşê û leşkerên beşdar dike.

Di twîteke din de Erdogan dibêje "Me civîna hevkarî ya derbarê (Çavkanîya Aştiyê) encam da, ez daxwaza serkeftinê bo hemû serbazên me yên beşdar di vê operasyonê de dixwazim."

Erdogan di twîteke xwe ya din de, serkeftinê ji leşkerên beşdarî operasyonê bûne dixwaze û leşkerê beşdar bi "Leşkerê al Mohamedî" bi nav dike.

"Ez çavê hemû leşkerên al Mohamedî yên qehreman yên beşdarî operasyona (Çavkanîya Aştiyê) bûne, maç dikim. Û ez daxwaza rêyek vekirî û serkeftin ji hemû kesên ji herêmê yên piştevan dixwazim yên ku li kêleka leşkerê Tirkiyê mane di vê operasyonê de, xûdê we biser bixe û piştevanê we be".

Li aliyekê din Partîya Yekgitî ya Aşûriyan êvarîya roja Çarşemê piştî ku operasyona Tirkiyê ya li dij bakur û rojhilatê Sûriyê hat destpêkirin, daxûyabiyek weşand û di daxûyaniya xwe de Netewên Yekbûyî rexne dikin û dibêjin, civaka navnetewê li hember êrîşa Tirkiyê ya ser herêmên wan yên tena bêdeng maye.

Partîya Aşûrî herwiha dibêje, ew êrîşa Tirkiyê şermizar dikin û civaka navnetewî ji jiber rê negirtina li hember vê cengê şeremzar dikin, cenga ku Tirkîye dê gelek tiştan pê ji nav bibe"di nav de ji holê rakirina pêkhateyên li herêmê û guherîna demografî ya herêmê û kuştina kesên bê tawan yên ku şerên DAIŞê kirine".

XS
SM
MD
LG