Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên DAIŞê Yên Girtî li Tirkiyê Bo Welatên Wan Tên Şandin


Arşîv: Girtiyên DAIŞê di dest HSDê de
Arşîv: Girtiyên DAIŞê di dest HSDê de

Hikûmeta Tikîyê dibêje, wan roja Duşemê dest bi şandina çekdarên berê yên DAIŞê bo welatên wan kirîye yên ku li Tirkiyê di girtî bûn, roja Duşemê wan pêşî dest bi şandina welatîyekê Amerîkî kirîye û roja Pêncşemê dê 7 çekdarê din bişîne Almanya.

Gotebêjê wezareta Navxweyî ya Tikriyê dibêje, wan dest bikar kirîye bo şandina 11 welatiyên Fransî yên ku tevlî DAIŞê bûbûn.

Berdevkê wezareta Navxweyî Îsmail Catakli, li gur ajansa Anadolu ya Dewletê gotîye "Duşemê wan çekdarekê DAIŞê yê Amerîkî hinartîye piştî ku prosesa hinartinê bidawî hatî".

Catakli dîsan dibêje"bernama hinartina 7 çekdarên terorîst yên biyanî ku ji esil de Almanî ne temam bûye û niha li bingeha derinorkirinê ne, dê roja 14 Mijdarê bişînin Almanya û kar tê kirin bo hinartina 11 çekdarên din yên biyanî ku ji Fransa hatine".

Hefteya derbazbûyî wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Sûleyman Soylu got bû ewê hemû çekdarên biyanî yên ku li Tirkiyê girtîne bişînin welatên wan.

Tirkiye dibêje, çekdarên DAIŞê yên li Tirkîyê girtîne, ji 60 welata hatine û di nav de çekdarên 5 welatên Ewrûpî hene.

Li bajarê Bruksel îro Duşemê civîna Yekêtîya Ewrûpa ya wezîrên derve heye, dema ku ji Federica Mogherini berpirsa Yekêtîya Ewrûpa ya Siyaset derve û ewlekarîyê hat pirsîn kanê helwesta Yekêtîya Ewrûpa derbarê biryara Tirkiyê ya şandina çekdarên DAIŞê bo welatên wan çiye? Moughrini tenê got"Ev mijar di civîna wezîrên derve de cî nagire".

Tikriye dibêje, 1200 çekdarên DAIŞê li girtîgehên wê de hene. Tiriyê roja 9î Oktobera derbazbûyî êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kir bû, bi armanca dûrxistina şervanên Kurd ji sinoran, ew êrîş bûbû sedema rexenyên giran yên hikûmerta Amerîkî û Ewrûpî, ji ber ku wan digot ev êrîş dê bibn sedema lawazbûna şerê li dij DAIŞê û dê DAIŞ xurt bibe, dema ku êrîşên Tirkiyê hatin destpê kirin hejmarek çekdarên DAIŞê ji girtîgehan reviya bûn.

XS
SM
MD
LG