Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan ji Ewrupa Dixwaze ku Piştgiriya Tirkiyê li Lîbya Bike


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bang li Ewrupa kir ku piştgiriya wî li Lîbya bike, cihê ku Tirkiyê alîkariya leşkerî ji hikûmetê re dabîn dike.

Axaftinên Erdogan îro Şemiyê di malpera Politico de belav bûn, berî beşdarbûna di kombûnekê de li Berlîna Almanya roja Yekşemê li dor Lîbya.

Di kombûnê de wê Almanya û Neteweyên Yekgirtî hewl bidin ku aliyên şer li Lîbya erê bikin li dor agirbestekê û mekanîzmekê deynin ji bo aştiyê, li gor hin dîplomatan.

Tirkiyê piştgiriya hikûmeta Fayêz el-Serraj li Terablosa paytext dike û general Xelîfe Hefter, ku serkirdayetiya Artêşa Niştimanî ya Lîbî dike, wek pilankerê kudetayekê binav dike.

Erogan got:

“Eger em bidin berçavan ku Ewrupa naxwaze piştgiriya leşkerî bide Lîbya, bijara baş ewe li gel Tirkiyê kar bike ku berê soza alîkariya leşkerî daye.”

Erdogan got ew ê “rahênanê bidin hêzên ewlekariya Lîbya û alîkariya wan bikin di şerê terorê, qaçaxiya mirovan û hin gefên din ên dijî ewlekariya navnetewî de.”

Kombûna roja Yekşemê wê fişarê bide ser Hefter ê da operasyona xwe ya dijî Terablosê, ku bû neh mehin dest pê kiriye, rawestîne.

XS
SM
MD
LG