Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Berê Îsraîlê Wê Piştî Filîstîn û Lubnanê li Tirkîyê Be


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li parlamana welêt di axaftina dewra nû de rêvebirîya Îsraîlê rexne kir.

Erdogan dîyar kir ku berê ‘’êrîşvanîya Îsraîlê’’ li Tirkîyê ye.

‘’Ez bi awayekî eşkere dibêjim, rêvebirîya Îsraîlê wê bi fanatîzma olî piştî Lubnan û Filîstînê çavên xwe li axên welatê me zer bike.’’

Wî got ku Îsraîl niha hemî hesabên xwe li ser planê dike.

Erdogan dîyar kir ku hikûmeta Îsraîlê li pey ‘’xeyaleke xav’’ ketiye ku di wê xeyalê de axên Anatolîya Tirkîyê jî heye.

Serokê Tirkîyê got ku ew bi awayekî zelal Îsraîlê hişyar dike ku ewê operasyona bejayî ya li Lubnanê neşibe dagirkerîyên wê yên berê.

Wî dîyar kir ku ewê Tirkîyê xebatên jibo çêkirina ‘’enîya mirovahîyê’’ bidomîne.

Serokê parlamana Tirkîyê Numan Kurtulmuş jî îdia kir Îsraîl welatê wan hedef digire.

Kurtulmuş got ku Îsraîlê sînoran nas nake û helwesta wê dijî herêmê gefan çêdike.

Wî dîyar kir ku rewşa niha nîşan dide ku ewê şerên nû çêbin ku li gor wê yek ji hedefên Îsraîlê jî Tirkîyê ye.

Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG