Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Baweriya Mim Heye Amerîka Sizayan li Ser Tirkiyê Ranegihîne


Donald Trump û R. T. Erdogan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Şemiyê got, ew bi bawere ku Washington sizayên aborî li ser Tirkiyê feriz nake, piştî ku garantî ji serokê Amerîka Donald Trump wergirtî. Kirîna sîstema berevanî ya Rûsî S-400 sedema sereke ya girjîya di navbera Amerîka Tirkiyê de ye.

Di preskonferansekê de li bajarê Osaka yê Japoniya piştî ku li gel Trump civîn encam da, Erdogan got "Me ji wî bihîst ku tiştekî weha pêk nayê" armanc ji axiftinê ewe ku sizayên Amerîka li ser Tirkiyê dê pêk nayên. Erdogan û Trump di çarçova civînên G20 li Osaka civîn encam dabû.

Trump di civîna li gel Erdogan got, kirîna sîstema berevanî ya Rûsî S-400 "Pirsgirêke".

Washington gelek caran nerazîbûna xwe li dij Tikiyê daye diyar kirin ji ber kirîna sîstema Rûsî S-400, ku Tirkiye herî direng 31 Tîrmehê wê sîstemê bistîne. Washington dibêje kirîna sîstema S-400 hevdije li gel programê firokên "F-35"yên Amerîkî, di dîdara li Osaka ya li gel Erdogan, Trump tekez kirîye ku kirîna S-400 ji aliyê Tirkiyê pirsgirêke, Trump got" Ew pirsgirêke, bêgoman ew pirsgirêke û karek ne başe".

Ji aliyê xwe de Erdogan gotîye kesê ew maf nîne li hember hez û serwerîya Trikiyê raweste, Erdogan got bû kirîna sîstema S-400 bidawî bûye û paş de gav nayên avêtin, di civîna li gel Putin, Erdogan peymana kirîna sîstema S-400 weke "Girngiya xwe ya mezin heye" nirxand bû.

XS
SM
MD
LG