Şanda Amerîka bi serokatîya Mike Pence Cîgirê serokê Amerîka û şanda Tirkî ya di bin serokatîya serokomar Recep Tayyîp Erdogan de roja Pêncşemê li Enqerê derbarê pirsgirêka Sûriyê bi taybet ya bakur û rojhilatê wî welatî civîyan.
Weke Mike Pence di preskonferansa xwe ya li Enqerê de ragihand ku danûstendin gelek bi zehmetbûn û zêdetirî 5 seatan dirêj kêşa lê dawiyê herdu alî gihiştin rêkeftinekê.
Li gor wê lihevhatinê Tirkîye dê êrîşên xwe yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê di maweyê 120 seatan de rawestîne û YPG jî dê hêzên xwe ji herêma ewlehiyê ya ku armanca Tirkiyê ye vekişîne.
Lihevhatina herdu aliyan ji van xalên jêrîn pêk tê:
1- Amerîka û Tirkiye weke du hevalbendên NATO tekeziyê li ser têkiliyên xwe yên dualê dikin û Amerîka andêşeyên Tirkiyê yên derbarê ewlehîy sînorê wê yê başur fam dike.
2- Amerîka û Tirkiye pêşî li bakur û rojhilatê Sûriyê dê derbarê pêşhatên li meydanê li ser bingeha berjewendiyên hevpar kar bikin.
3- Amerîka û Tirkiye derbarê sozên hevpar yên ji bo parastina herêmên NATOyê û gelên wan herêman dê hevra bin.
4- Herdu welat sozên xwe yên ji bo parastina jiyana mirovatî, mafên mirovan û pêkhateyên olî û nijadî dubare dikin.
5- Tirkiye dê soz bide ku ewlehîya xelkê ku li wê herêma ewle dimînin biparêze.
6- Herdu alî girêdana xwe ya bi yekgirtina axa Sûriyê û biryara SCR2254 a Encûmena Ewlekarîya Netewên Yekgirtî (NY) bo bidawîkirina aloziyên li Sûriyê dubare dikin.
7- Tirkiye dê bo maweyê 120 seatan êrişa li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê rawestîne.
8- YPG bi kurahiya 20 mîlan (32 kîlometran) ji sînorê Tirkiyê vekişe, piştî vekişîna YPGê di wî maweyî de, Tirkiye dê êrişê bi temamî rawestîne.
9- Tirkiye û Amerîka berpirs in ji zîndanên ku çekdarên DAIŞê tê de ne û divê bi hevre kar bikin ji bo klu DAIŞ car din serî dernekeve.
10- Divê hemû pêkhateyên li bakurê Sûriyê bên parastin.
11- Tirkiye navçeya aram ji rojhilatê Firatê heta sînorê Iraqê ava dike û kontrol dike û herdu alî dê bi hev re kar bikin.
12- Dema ku operasyon Tirkiyê êriş rawestand, ew sizayên ku Amerîkayê biryar dabû bi ser Tirkiyê de bisepîne dê bên rakirin.
13- Herdu alîyan tekez kirîye ku bi hevre kar bikin jibo bi encambûna naverokê vê rêkeftinê.
Piştî ku rêkeftina dualî hat ragihandin Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat HSDê Mazlum Kobanî ragihand ku ew rêkeftinê baş dibînin û wê erê dikin.