Seroktiya Tirkiyê roja Şemîyê got ku serok Recep Tayyîp Erdogan bi rêya telefonê bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re axivî û ji bo "helwesta erênî" ya di dirêjkirina peymana genim a Deryaya Reş de spasiya wî kir.
Wê got ku wan gavên ji bo başkirina têkiliyên Tirkiyê û Rûsyayê û pêvajoyên derbarê şerê Ukraynayê gotûbêj kirin û Erdogan jî girîngiya bidawîanîna aloziya di navbera Rûsya û Ukraynayê de û lidarxistina goftûgoyan di zûtirîn dem de, anî ziman.
Ajansa nûçeyan a RIA Novostî jî ji zarê berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku serok Vladimir Putin bi hevtayê xwe yê Tirk Tayyîp Erdogan re bi telefonê axivî.
Çavkanî: Reuters