Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Operasyona Şengalê Destpêkir Û Tal Rifaat Jî Armanca Me Ye


Serokê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan

Tirkiyê Yekşemê eşkere kir ku armanca wan ya dahatî li Sûriyê girtina bajarê Tal Rifaat e, herwiha behsa destpêkirina operasyona girtina Şengalê jî kiriye.

Ajansa AP, radigihîne ku Erdogan di axiftina xwe de gotiye"Operasyona Şengalê li Bakûrê Îraqê hat detpêkirin", bo nehiştina şervanên PKK'ê li herêma wê herêmê.

Erdogan pêşwext jî got bû, eger ku şervanên PKK bajarê Şengal û çiyayê Qendîl vala nekin, helbet ewê bibin armanca operasyona Tirkiyê.

PKK sala 2015an bo derxistina çekdarên DAIŞ'ê şervanên xwe şandin Şengalê, lê roja Înê di daxûyaniyekê de vekişandina xwe ragihand bû.

Erdogan di axiftineke xwe de li bajarê Tirabzon yê ser derya reş got, "bi anehiya xwedê operasyona Tikriyê dê gehîte armanca xwe li Bakurê Sûriyê piştî di demeke kurt de bajarê Tal Rifaat jî tê kontrol kirin".

Ji hejî bîr xistinê ye ku, artêşa Tirkiyê tevî grûbên çekdar yên rikaberên Sûriyê 20î meha Çile dest bi operasiyona girtina Efrîn kir bûn, piştî Du mehan leşkerê Tirkiy û hevalbendên xwe yên opozisyona Sûrî roja 18î Adarê gihane navenda bajarê Efrîn.

Girtina bajarê Efrîn armancek giring ya dewleta Tirk bû li bakurê Sûriyê , ji wir dixwaze kontrola hemû Bakurê Sûriyê bike.

Erdogan gelek caran di daxûyaniyên xwe de gotiye, operasiyona wan li Efrînê ranaweste ewê ber bi Rojhilatê Sûriyê herin heta hemû bajarên di dest Kurdan de ne bixin jêr kontrola xwe.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG