Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî hilcivîna NATO ya Vilniusê bi preskonferansekê ser danûstandinan axifî.
Erdogan dîyar kir ku ew 40 sal in dijî terorê şer dikin û ew têkoşîn xeta wan ya sor e.
‘’Êdî em li bendê ne ku hemî hevbendên me dijî terorê têkoşîneke baş bikin. Di dîroka NATO de sekreterê giştî cara pêşî ragihand ku ewê Kordînatorê Taybet ya Têkoşîna Dijî Terorîzmê erkdar bikin.’’
Wî got ku ew dixwazin ku Swêd li gor soz û berpirsîyên xwe tevbigere.
Ser erêkirina endamtîya Swêdê ya li NATO jî, Erdogan dîyar kir ku Stockholm jî dê piştgirî bide Enqerê ku ew bibe endama Yekîtîya Ewrupa (YE).
Erdogan got ku parlamana Tirkîyê niha girtî ye û gava vebe jî ewê mijara wê ya yekê endamtîya Swêdê be.
Serokomarê Tirkîyê dîyar kir ku ew dixwazin ku ew peyvajoya demûdest biqede.
Erdogan bi berdewamî ser şerê Rûsya û Ukrayna peyivî û got ku Tirkîye hewil dide ku dawî li wê cengê bîne.
Wî got ku di şeran de kes bi ser nakeve û bi aştîyê jî kes hinda neke û dîyar kir ku ewê li herêma xwe hêvîya aştîyê jinûve geş bikin.
Jêder: NTV