Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kirîza Aborî li Tirkiyê Û Têkliyên Aloz Yên bi Amerîka Re


Jinek Lîreyê Tirkî li hember Doalrê Amerîkî dijmêre

Aborîzan Mustafa Sonmez dibêje, pêwistê jibo deynên xwe Tirkîye di nava 12 mehan de 230 Mîlyar dolaran peyda bike.

Jiber qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson yê ev du salin li Tirkiyê girtîye, girjîya di navbera Amerîka û Tirkîyê de gur bû. Serokê Amerîka Donald Trump û Cîgirê wî Mike Pence dîyar kiribûn ku ger Brunson neyê berdan ewê dijî Tirkîyê toleyan ragihînin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî, li ser girtina qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson axiftbû. Erdogan dîyar kirbû ku nabe li dijî Tirkîyê gef werin xwarin. Piştî van gotinên herdu alîyan rêvebirîya Amerîka jibo wezîrê Dadê yê Tirkiye Abdulhamît Gul û wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ragihand ku, jiber rola wan ya di girtina qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson heye, xistin lîsteya toleyan.

Aborîzan Mustafa Sonmez li ser kirîza di navbera Amerîka û Tirkîyê jibo Dengê Amerîka axaft.

Sonmez wiha got, “Bi vê krîzê hem encamên dîplomatîk hem ji encamên aborî çêbûn. Ji xwe li Tirkîyeyê krîza aborîyê heye û bi vê krîzê ev krîz bêhtir xuya dike.” Sonmez dibêje, Krîza di navbera Amerîka û Tirkîyê jibo Tirkiyeyê ne baş e.

“Derdorên aborîya ji derveyî welat Tirkîyeyê rîsk dibînê, û Tirkîye nayê tercîh kirin. Tirkîyê di nav lêgerîna pereyan deye. Jiber ku pêwistê Tirkîye di nava 12 mehan de 230 mîlyar dolar bibîn e. 180 mîlyar dolar jibo deynên derveyî welat lazim e. Jiber Krîza di navbera Amerîka û Tirkîyê dîtina van pereyan zor dike. Dibe kuev krîz Tirkîye hinek din mecburî İMF bike.”

“Hem di nava welat hem jî li derveyî welat hemu peyamên jibo krîza di navbera Amerîka û Tirkîyeyê de ji lihevhatinê zêdetir zimanê neçareserîyê hat bikaranîn. Eger Amerîka tiştên dixwaze bi dest bixe qertên di destên xwe de bikar nayîne. Lê di destê Tirkiyeyê de gelek qert tûneye. “

Wezîrê Xezîne û û Maliyê ya Tirkiyê Berat Albayrak ji got “Qerara toleya Amerîka ya jibo herdu wezîrên Tirkîyê nayê qebul kirin. Heke ku Amerîka di vê xeletîyê de israr ji bike bandora wê yê kêm be.”

Sonmez li ser gotina Albayrak ji wiha anî ziman “Lîreya Tirkî daket asta herî xerab her dolarek 5 lîreyên Tirkî ye. Duh zam li elektrîkê û gazê hat kirin, sedama vê zamê ji dolarê. Dolar çiqas bilind bibe ji ta heta derzi hemu tişt buhatir dibe.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:33 0:00

XS
SM
MD
LG