Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirê Giştî yê CIA Dê Seredana Tirkiyê Bike


Mike Pompeo Rêvebirê Giştî yê saziya CIA
Mike Pompeo Rêvebirê Giştî yê saziya CIA

Berpirsê Saziya Îstîxbarata Amerîkî (CIA) Mike Pompeo roja Pêncşemê dê bi serdanekê gehîte Tirkiyê, ev serdana yekê ya Mike Pompeo ye bo dervey Amerîka, piştî di îdara nû ya serok Trump de ev wezîfe wergirtî, ewê jibo pirsa ewlekariya herêmê û şerê li dij terorê serdana Tirkiyê bike.

Ji Enqere hat ragihandin ku serdana berpirsê CIA di têkiliya telefonî ya di navbera serok Trump û serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de hatiye biryardan ku şeva borî pêkhat bû, 45 xûlekan dirêj kêşa bû.

Berpirsên Enqerê îro roja Çarşemê dan zanîn ku di têkiliya telefonî ya di navbera herdu serokan de, behsa hêzên Kurdên Sûriyê yên ji aliyê Amerîka ve tên piştevanîkirin hatiye kirin.

Herweha hat zanîn ku daxwaza Tirkiyê ji Amerîka ya radestkirina kesatiyê oldar Fethullah Gulen dê mijara serdana rêvebirê giştî yê CIA be.

Tirkiye dibêje Gullen kesê yekê, yê berpirse ji hewildana darbeya leşkerî ya 15 Tîrmeha sala borî.

Daxwza sereke ya Erdogan ji Amerîka radestkirina Fethullah Gulen û piştevanî nekirina hêzên Kurdane li Sûriyê.

Berpirsên Tirk dan zanîn ku têkiliya telefonî erênî bûye, Tirkiye û Îdara Trump dixwazin têkiliyên sarbûyî cardin vegerînin û hevpeymaniya NATO bihêz bikin.

XS
SM
MD
LG