Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku NATO nikare bi rêvebirîya Îsraîlê re hevkarîyê bike.
Erdogan di preskonferansekê de roja Pêncşemê li dema hilcivîna NATO got heta li herêmê aştî çênebe, ew nikarin rê bidin NATO ku piştgirîyê bide Îsraîlê.
‘’Heta ku li Filîstînê aştîyeke berfireh û domdar çênebe, hewildanên jibo hevkarîya bi Îsraîlê re wê ji alîyê Tirkîyê ve neyên pejirandin.’’
Wî bi berdewamî dîyar kir ku Tirkîye jibo rawestandina şerê Rûsya û Ukrayna jî danûstandinên dîplomatîk didomîne.
Rêberê Tirkîyê got ku wî ferman daye Wezîrê Derve Hakan Fîdan ku jibo asayîkirina peywendîyên bi Sûrîyê re bi serokê wî welatî Beşar Esed re bicive.
Erdogan roja Yekşemê gotibû ku Tirkîye dikare jibo vejandina peywendîyên bi Sûrîye ya cîran re dikare Esed vexwîne.
Serokê Tirkîyê ser firokên F-16 jî got ku ew bi Serokê Amerîka Joe Biden re axifîye û ewê heta 3-4 hefteyan wê mijarê çareser bike.
Wî got ku ew li bendê ne hevbendên NATO di têkoşîna dijî terorê de piştgirîyê bidin Enqerê û dîyar kir ku hin hevbendên wan bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re danûstandinê dikin ku ew nikarin vê peywendîyê qebûl bikin.
Tirkîye dibêje ku YPG baskê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) e û wê wek rêxistineke terorîst dibîne.
Hevbendên Rojavayî yên Tirkîyê, PKK’ê wek rêxistineke terorê dibînin, lê YPG’ê naxin wê lîstê.
Jêder: Reuters