Berbijarê Hevpeymanîya Netew Recep Tayyîp Erdogan bang li hilbijêrin li derveyî welêt kir ku jibo gera duyê herin ser sindoqan.
Erdogan dîyar kir ku ew li bendê ye ku hilbijêrin li derveyî welêt careke din bi awayekî xurt li îradeya xwe xwedî derkevin.
‘’We hêz da hêza demokrasîya Tirkan û we wek milet pişikê me hemîyan rakir. We hemîyan yek bi yek ji niha ve bi tîpên zêrîn navê xwe li dîroka me ya sîyasî nivîsand’.’
Erdogan got ku ew jiber sekna hemwelatîyan ya demokratîk ji dil spasîya wan dike.
Erdogan got ku ew ji hilbijêrên li derveyî welêt dixwaze ku bi pêgirî herin ser sindoqan û mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.
Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) dide zanîn ku li derveyî welêt 3,4 mîlyon hilbijêr hene.
Li gor ragihandina YSK di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li derveyî welêt 1,817,010 kes çûbûn ser sindoqan.
Tirkîye dê jibo gera duyê ya hilbijartinên serokomarîyê di 28’ê Gulanê de here ser sindoqan.
Jibo hilbijêrên li derveyî welêt dengdan sibê Şemîyê destpê dike û ew dê heta 24’ê Gulanê bidome.
Jêder: AKP, YSK