Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Tirkîye Xwe Parçek ji Ewrûpa Dibîne


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

STANBÛL, Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, roja Yekşemê got, Tirkiye kandîdê fermî yê endametiya Yekîtiya Ewrûpa ye û xwe dibîne ku perçek necûda yê Ewrûpa, lê ew destberdarê êrîşan û nêrîna du standartî nabin Erdogan got "Em xwe weke beşekî ne cûda ji Ewrûpa dibînin…lê ev wê wateyê nade ku xwe li hember êrîşên eşkere û yên li ser welat û netewa me, zordariya veşartî û cût standartiya pîvanan destberdar bin."

Erdogan ev yek got, dema îro Yekşemê bo endamên partiya xwe AKPê axiftin dikir. Tirkiye li herêmên nakokbar li rojhilatê derya Naverast dest bi lêgerîna çavkaniyên enerjiyê kirîye, ev bûye sedema zêdebûna aloziyan di navbera Tirkiyê û welatên Yekîtiya Ewrûpa da, weke aloziyên bi Yunanistanê û Qirsê re peyda kirîn jiber lêgerîna li peravên nakokbar bo bidest xistina çavkaniyên "hydrocarbon"ê.

Josep Borrell berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrûpa vê mehê gotbû, helwesta Tirkiyê ya li hember Qibrsê wekir ku alozî di navbera wê û Yekîtiya Ewrûpa da derkevin, Josep Borrell got divê Enqere fam bike ku li gor tevgeriyana wê, ew"dûrbûna xwe berfirehtir" dike ji blokê (Yekîtiya Ewrûpa).

Pêncşema borî Serok hikûmeta Almanya Angela Merkel gotbû, ewê hewildanên Tikiyê yên lêgerîna çavkaniyan li rojhilatê Derya Spî ya Naverast di komcivîna meha Kanûnê da behis bikin.

Erdogan di axiftina xwe ya Yekşemê da dîsan got "Em bawer nakin ku me pirsgirêkên weha bi wan welatan û saziyan re hebin ku bi rêyên siyasî û bi diyalogê neyên çareser kirin."

Erdogan di tomara axiftina xwe de gotiye, diveê Ewrûpa sozên derbarê penaberan da bicih bîne û Tirkiyê bike endama tam ya Yekîtiya Ewrûpa.

Erdogan bi vê gotina xwe dixwaze balê bikişîne ser peymana 2016ê ya ku mercên rê girtina li hember çûna penaberan ji Tikriyê bo nav axa welatên Yekîtiya Ewrûpa da li hember alîkariya madî bidin Tirkiyê û welatiyên Tirkiyê bikarin bê vîze bêne di nav axa welatên Schengen da.

Trikiyê li vê dawiyê jî, çalakiyên keştiya Oruc Reis heta 29ê meha Mijdarê dirêj kirîye da ku li herêma nakokbar ya rojhilatê Deriya Spî ya Naverast li lêgerîna li çavkaniyên enerjiyê bidomîne li gorî têbîniya fermandariya deryayî ya Tirkiyê.

XS
SM
MD
LG