Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Tirkiye Dê YPGê li Efrînê Têk Bibe


SerokêTirkiyê Recep Tayyip Erdogan
SerokêTirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Serokê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan Şemiyê di kongireya herêmî Elazîz/ Elazığ ya partiya APK de axiftinek kir û got "Tirkiyê dê Yekîneyên Parastina Gel YPGê yên li Efrînê dimînin jinav bibe". Erdogan herwiha got, emê di hefteyekê de êriî Efrinê bikîn,

Erdogan dîsan sebaret Mertala Firatê axivî û got "Me bi vê operasyonê nehîşt ku korîdora terorî bihê avakirin. Me bi operasyona Idlibê, baskê rojava yê korîdora terorî şkand. Eger terorîstên li Efrînê teslîm nebin, emê wê derê bi ser serê wan de bînin xwarê, sozên ji bo Minbicê ji me re hatin dayîn bicih neanîn, heta hefteyeke dê bibinin emê çibikin".

Erdogan, di axiftina xwe de dîsan got "Amerîka heta nihe 4900 barên çekan şandine Sûriyê, em wê dizanîn, hevpeyman tiştekî weha nakin…Em dizanin wan 2000 balefirên pirî çek şandine".

Ajansa Reuters dide zanîn ku, YPG dibêje, artêşa Tirkiyê Şemiyê herêmên Efrinê topabaran kirine, lê ziyanên giyanî nebûn.

Rojhat Roj peyvdarê YPGê li Efrinê gotiye ajansa Reuters, artêşa Tirk topbaran ji herêma Dar Taaza û Kelha Saman encam daye, ku hêzên wê li gor pêkhatinekê li gel Îran û Rûsya li wan herwêman belav bûbûn.

Rojhat dibêje"lê heta niha hêzên me bersiva topbaranê nedaye". Tirkiyê di çarçova Mertala Firatê de bi hiceta şerê li dij Dewleta Îslamê DAIŞ êrîşerk li dij wê herêmê pêk anî bû, herêmên li Bakurê Sûriyê kontrol kir bûn, Efrîn ê herêmên din yên lijêr kontrola Kurdan jihev qût kirin.

XS
SM
MD
LG