Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Lêborîna Giştî ne di Rojevê de ye


Recep Tayyip Erdogan.
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan dibêje ku pirsa lêborîna giştî bo çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê ne di rojevê de ye.

Serokwezîr Erdogan roja Yekşemê got ku lêborîn jibo kesên ku destê wan di kuştinan de hebûye tuneye.

Lê belê di gotarekê de li herêma Balikesir, Erdogan got hikûmeta Tirkîyê ya rijd e jibo vedîtina çareserîyeke sîyasî jibo pirsgirêka Kurd.

Karbidestên Tirk niha danûstandinê bi rêberê girtî yê PKK’ê Abdullah Ocalan re dikin bi armanca çekdana PKKê, li gorî ragihandina fermî ya Tirkîyê.
XS
SM
MD
LG