Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Li Parlamentoyê Sîyasetê Bikin


Recep Tayyip Erdogan.
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan dîsa ji Partîya Karkerên Kurdistanê xwest ku dest ji çekan berdin.

Di gotarekê de li Sêrtê, Erdogan got “çekên xwe danin û li parlamentoyê sîyasetê bikin.”

Serokwezîrê Tirkîyê herwiha daxwaz li xelkê Sêrtê kir ku piştgîrîya “pêvajoya çareserîyê” bikin.

Hevdem, hevjîna Serokwezîrê Tirkîyê Emîne Erdogan di gotarekê de li Zanîngeha Siirt got “ez di wê bawerê de me ku çareserî gelek nêzîk bûye.” Emîne Erdogan Ereb e û eslê xwe ji Sêrtê ye.
XS
SM
MD
LG