Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Daxwaza Herêma Bêfirîn li Sûrîyê Dike


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di hevpeyvîna televîzyona NBC ya Amerîkî de dibêje, welatê wî dê piştgirîya Amerîka bike ku herêma bêfirîn (no-fly zone) li Sûrîyê deyne.

Birêz Erdogan herwiha hişyarî da ku Şam “xeta sor” ya karanîna çekên kîmyayî derbaz kir ku Serok Obama sala çûyî ragihandibû.

Plana danana herêma bêfirîn li Sûrîyê ji alîyê hin qanûndanêrên Amerîkî jî piştgirî dibîne. Herêma bêfirîn bijareyeke zêdekirina giwaştinên ser Beşar Esed û qedexe dike ku firokên ceng yên Sûrî li armancên serhilyan xin.

“Eger Washington li ser vê mijarê nêrîna me bipirse, emê bejin ”erê” û piştgirîya herêma bêfirîn bikin” televîzyona NBC ji zarê Erdogan ragihand.

Birêz Erdoogan li ber e di 16’ê Gulanê de bi Serok Obama re, li Washingtonê hevdîtinekê bike.
XS
SM
MD
LG