Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Helwesta Amerîka ya Derheqa YPGê Rexne Dike


Serokomarê Tirkiyê RecepTayp Erdogan îro li paytaxt Enqere siyaseta Amerîka hevkariya bi PYD re, rexne kir û da zanîn ku heta niha Amerîka PYD fem nekiriye.

Erdogan Çarşemê li Enqerê di civîna ligel muxtaran de axaftinek kir û Amerîka bi hevkariya bi PYD re hişyar kir.

"Divê hûn xwe zelal bikin, hûn li aliyê me ne yan yê PYD û PKKê?" Erdogan ew weke rêxistinên terorist binav kirin.

Amerîka di çarçeva şerê li dij DAIŞê de li Sûriyê, alîkariya PYD û hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dike. Beriya çend rojan nûnerê taybet yê serokê Amerîka Barack Obama yê hevpeymaniya li dijî DAIŞê Brett McGurk tevî şandekê li Kobanê bû. Ew serdana berpirsekî Amerîkî di asta bilnd de jibo Kobanê civînên ligel berpirsên îdarî yên herêmê Tirkiye aciz û tore kiriye.

Amerîka PYD wek hevpareke şerê li dij DAIŞê dibîne, lê Tirkiye PYDê weke beşekî PKKê dibîne.

XS
SM
MD
LG